Türkan Tosun
20 Sibat 2017•Rojanekirin: 20 Sibat 2017
IGDIR
Li Îdirê du otobêsên rêwiyan li hev qelibîn. Li gor agahiyan di qezayê de 8 kes mirin û 28 kes jî birîndar bûn.
Li ser rêya Îdir û Nahçivanê du otobêsên rêwiyan ên ku şofêr û plaqeya wan hê nêdiyar in li hev qelibîn.
Di qezayê de li gor agahiyan di qezayê de 8 kes mirin û 28 kes jî birîndar bûn.
Gelek ambulans, tîma lêgerîn û xilaskirinê û cendirme hatin cihê qezayê.
Hewl tê dayîn ku birîndarên di otobêsan de asê mane bên xilaskirin.
Waliyê Îdirê Ahmet Turgay Alpman ji bo ku agahiyan hilde çû cihê bûyerê.