Haydar Şahin
14 Tebax 2018•Rojanekirin: 15 Tebax 2018
DIYARBAKIR
Huseyîn Berçînê li Sûra navçeya Diyarbekirê maragozî dikir û 3 sal berê di êrîşa terorîstên PKKyî da amûrên wî şewitîbûn bi piştgiriya dewletê di nav rewşeke aramî da karên xwe dimeşîne û kêfxweş e.
Berçînê ku ji 7 salî ya xwe vir va ev 50 sal e meslekê bavê xwe didomîne bi keda milê xwe debara malbata xwe dike.
Berçînê 58 salî yê ku hetanî 3 salan berê jî li Sûrê bi bavê xwe ra di heman dikanê da karê xwe dimeşand. Di dema êrîşên endamên PKK/KCKya rêxistina terorê da li Sûrê ji ber çalên hatin vedan û teqemeniyan mexdûriyeteke mezin hat serê Berçîn.
Amûrên ku ji dervayê bajêr anîbûn û danîbûn hewşa malê bi destê terorîstan hatin şewitandin, ji ber vê Berçîn demeke dirêj dikana xwe venekir.
Berçîn ligel terorê dev ji karê xwe berneda û bi piştgiriya dewletê li navçeyê karê xwe bi eşqa roja ewil dimeşîne.
- "Malê me şewitandin, hilweşandin, ez terorê lenet dikim
Berçîn daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji ber êrîşên terorê gelekî mexdûr bûn.
Berçîn got ligel terorê qasî ku ji destên wî tê dixebite ku marangoziyê bidomîne û wiha pê da çû: "Bûyerên terorê em zehf mexdûr kirin. Em ji karê xwe bûn. Malê me şewitandin, hilweşandin, ez terorê lenet dikim. Piştî ku terorîstan malê me şewitandin bavê min zehf li ber xwe ket û dilê wî tap neda, bavê min mir."
Berçîn destnîşan kir ku hêdî hêdî bi ser xwe va hatin û gelekî pêş ketin û bertek nîşanî PKKya ku ew mexdûr kirin da.
- "Xwedê ji dewletê razî be"
Berçîn diyar kir ku PKKya rêxistina terorê tu carê gelê Kurd neparast û wiha pê da çû:
"Ez hezar carî lenetê li terorê tînim. Encama terorê tune. PKKyê zirareke mezin da gelê Kurd. Xêncî zirara ku dide gelê Kurd tu tiştek nekir. Xwedê ji dewletê razî be. Piştgiriyeke mezin da me. Em dixebitin ku li ser piyan bisekinin. Şikur ji Xwedê ra rewşa me ber bi rindiyê va diçe."
Berçîn got ku beriya êrîşên terorê yên li Sûrê di rojê da 100 kursî û 10 tabut çêdikirin, di êrîşan da zehf tengasî kişandin lêbelê dewletê ew bi tena serê xwe nehîştin.
Berçîn diyar kir ku ji ber êrîşan karê wan kêm bûn û wiha pê da çû: "Bûyerên terorê em zehf di nav tengasiyê da hîştin. Hosta û çeraxên piştî êrîşan malên xwe Sûrê bar kirin paşê mecbûr man dev vî karî jî berdan."
Berçîn destnîşan kir ku ligel terorê dev ji karê xwe berneda û wiha axivî: "Ev meslekê min e. Li vê baza marangozan bi tenê ez mam wekî hoste. Xwedê ji dewletê razî be, dema destgehê me girtî bû alîkarî da me. Karên me dest pê kirin. Ez ê bi eşqa roja ewil karê xwe bidomînim. Ez ji Recep Tayyîp Erdoganê ku li me xwedî derket ra sipas dikim." Bi saya wî memleket li ser piyan ma."