28 Îlon 2016•Rojanekirin: 29 Îlon 2016
ANKARA
Lijneya Ewlehiya Millî (MGK) bi serokatiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan va ji bocivîna asayî ya meha îlonê civiya.
Civîna meha îlonê ya ku li Kulliyeya Serokomariyê ji çapemeniyê ra girtî tê kirin, saet 14.55an dest pê kir.
Suleyman Soylu wek Wezîrê Karên Navxweyî, Orgeneral Yaşar Guler jî wek Fermandarê Giştî yê Cendermeyan cara ewil beşdarî civînê bûn.
Di civînê da tê texmînkirin ku wê li ser têkoşîna dijî rêxistinên terorê yên wek Rêxistina Terorî ya Fetullahî (FETO), PKK, DAEŞê bê sekinandin û Operasyona Mertalê Feratê jî di nav da mijarên ewlehiya hundir û derveyê welêt wê bên qisekirin.