28 Îlon 2016•Rojanekirin: 29 Îlon 2016
GAZÎANTEP / HELEB
Dibistana herî kevn a li Cerablûsa ku di çarçoveya Operasyona Mertalê Feratê da ji DAEŞa rêxistina terorê hat paqijkirin ji hêla Şaredariya Keçîorenê va hat restorekirin.

Li Cerablûsê ji bo perwerdehî dest pê bike xebatên herî dawîn tên kirin. Ji ber zirar û ziyana ku DAEŞê dabû avahiyên bajêr dibistana ku lazim bû hefteya borî dest bi dayîna perwerdehiyê bikira lê ji ber zirarê ew yek nebû. Li 7 dibistanên bajêr ê ku 3 sal bû di bin kontrola DAEŞê da bû li tu perwerdehî nehat dayîn. Lê piştî ku navçe hat rizgarkirin çavê xwendekar û weliyên wan li destê Tirkiyeyê ye ku perwerdehî demildest dest pê bike.

Şaredariya Keçîorenê jî ji bo ku zarok ji perwerdehiyê paşve nemînin nêzî 10 roj berê dest bi temîrkirina dibistana herî kevn a bajêr Dibistana Şehît Sandik Handavî ku 43 sale lê perwerdehî tê dayîn, kir.
Dibistana ku dîwarên wê hatin boyaxkirin, texteyên wê hatin nûkirin û qadên basketê lê hatin çêkirin ji bo xwendekaran hat amadekirin. Ekîbên şaredariyê ji bo xwendekaran pêlav, tîşort, pantolon, cil û berk û amûrên qirtasiyê danîn ser textebendan.

Dibistan ji bo zarokan bi balon û alayên Tirkiyeyê va jî hat xemilandin.