Sevim Hatun
28 Îlon 2016•Rojanekirin: 29 Îlon 2016
ANKARA
Di danezana Lijneya Ewlehiyê ya Bilind (MGK) da wiha hat destnîşankirin: "Ji bo parastina demokrasiya me, parastina rêgeza dewleta hiqûqê, tedbîrên ji bo parastina maf û azadiyên miletê bi rêk û pêk bên birêvabirin, biryar hat dayin ku maweya rewşa derasayî bê dirêjkirin.
Danezana MGKyê: "Hat tewsiyekirin ku her sal roja 15ê tîrmehê hewla derbeyê ya FETO/PDYyê wek 'Roja Demokrasî û Azadiyan' bê bibîranîn."
- Herêma ewledar
Danezana MGKyê: "Li bakûrê Sûriyeyê herêmên ji aliyê rêxistina terorê va tên bikaranîn, li hidûdê me dibe rîsk; ji ber vê yekê li herêmê 'herêma ji terorê hatiye paqijkirin' û 'herêma ji firînê ra qedexe' hatine tesîskirin. Di civînê da li ser giringiya vê hat sekinîn."
-Bila alîkarî dewam bikin
Danezana MGKyê: "Tirkiye ji destpêka qeyrana Sûriyeyê vir va li her du aliyê sînor, bi her awayî alîkariya însanî dide mexdûr û mezlûman. Tirkiye herçiqas ji civaka navneteweyî alîkariyê nestîne jî wê di pêşerojê da jî alîkariya ku dide bidomîne."
-Herekata Mertalê Firatê
Di civînê da bal kişandin ser alîkariya ku didine Artêşa Sûriyeyê ya Azad û gotin ew ê alîkarî dewam bike û wiha hat îfadekirin:
"Di civînê da geşedanên siyasî û eskerî yên li herêmê bi hûrgilî hatin nirxandin. Di vê çaroveyê da ji bo li ser hidûdê me korîdoreke terorê neyê vekirin, Herekata Mertalê Firatê hat destpêkirin. Armanca ewil a vê herekatê ew e ku ewlehiya sînor pêk bînin, can û malê gelê li herêmê dimînin biparêzin. Ya duyemîn jî ew e ku hêzên DAEŞ û PYD-YPGya teror yên li vir jê paqij bikin, ji bo parastina yek perçebûn a welêt piştevaniya Artêşa Sûriyeyê ya Azad bikin."