02 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 03 Tîrmeh 2016
HAKKARÎ
Nîqaşên li ser mijara navenda Hekariyê barî Yuksekovayê bikin zêde bûn û li ser vê nûnerên saziyên civaka sivîl û rûsipî civiyan.
Piştî Serokwezîrê Berê Ahmet Davutoglu diyar kir ku ewê navenda Hekariyê barî Yuksekovayê bikin nûnerên saziyên civaka sivîl û rûsipî li salona konferansê ya Odeya Pîşesazi û Bazirganiyê ya Hekariyê (HATSO) ji bo rêyekê eşkere bikin civiyan.
Di civînê da Serokê HATSOyê Servet Taş axivî û diyar kir ku Hekarî ji sala 1936an vir da wîlayet e û dîroka wê jî xwe digihîne bi hezaran salî û hin kes dixwazin ku pêşeroja bajêr xirab bikin.
Taş destnîşan kir ku ji bo ku bajêr bar nekin hin xebat kirine û li dijî dernakevin ku Yuksekova bibe wîlayet û wiha got: "Yuksekovaya navçeya me heke bigihêje statuya wîlayetbûnê emê kêfxweş bin. Hêviya me ew e ku di pêşrojê da Yuksekova bibe bajarekî mezin."
Taş got "Ji bo ku Hekariyê ji wîlayetiyê nexin xwe diavêjin ber bext û merhemeta Serokwezîr û Serokomar".
Kesên ku beşdarî civînê bûn li ser mijarê pêşniyazên xwe anîn ziman û fikrên xwe pare vekirin. Paşê bê çapemenî civînê dewam kir.