Abdullah Tel
02 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 03 Tîrmeh 2016
HEWLÊR
Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) daxuyaniya alîkarê Fermandarê Muhafizên Şoreşa Îranê, Hiseyîn Selamî ku gotibû "Ez hişyariyê didim rêvebirên siyasî yên li bakurê Iraqê, bila berpirsyariyên xwe bizanibin. Emê her deverên ku ji bo Îranê tehdîd bin, ji holê rakin." rexne kir û ragihand ku ew daxuyaniyeke li dijî têkiliyên dualî ye û ew wê gefê qebûl nakin.
Ji ser malpera fermî ya Serokatiya HKIyê daxuyanî hat weşandin û ji bo xeberdana Selamî wiha hat gotin: "Digel têkiliyên dîrokî û dostanî yên di navbera Hikûmeta Herêmî ya Kurdistanê û Îranê em tevgera Fermandar Selamî nemunasib dibînin û gefên wî qebûl nakin."
Hat gotin ku xeberdana Selamî û tevgera wî li dijî gotûbêjê ye û daxuyaniyê wiha dewam kir: "Di demeke ku navbera herdu aliyan da li hemberî hev xweşbînî heye tehdîdeke wiha li dijî lihevkirinê ye. Ev tehdîd çawa ku bi kêrî herdu aliyan nayê divê ew uslûb jî li hemberî Herêma Kurdistanê neyê bikaranîn."
Hikûmeta HKIyê di daxuyaniya xwe da bal kişand ser têkiliyên bi Îranê ra û wiha pê da çû: "Em çawa ku girîngiyê didin têkiliyên di navbera xwe û Komara Îslamê ya Îranê da, her wisa ji bo di qadên din da jî ev têkilî pêşda biçin em hewl didin. Ji bo parastina berjewendiyên gelê herêma Kurdistanê û Îranê hikûmeta me her gav hewlên dostanî yên alîkariyê, sepandina qanûnên navneteweyî û li ser rê û rêzikên cîrantiyeke baş sekiniye û ji bo aştiya rastîn û îstiqrarê hewl daye."
- Bûyer
Alîkarê Fermandarê Muhafizên Şoreşa Îranê, Hiseyîn Selamî ji ber êrîşên ku di van rojên dawîn da li bakurê rojavayê welêt dijî hêzên ewlehiya Îranê tên kirin, duh di xeberdaneke xwe da Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) tehdîd kiribû û got: "Ez hişyariyê didim rêvebirên siyasî yên li bakurê Iraqê ku bila berpirsyariyên xwe bizanibin. Emê her deverên ku ji bo Îranê tehdîd bin, ji holê rakin."
Li herêmên bakurê rojavayê Îranê ji 15 hezîranê vir va di şerê navbera pêşmergeyên Partiya Demokrat a Kurdistan-Îran (PDK-Î) û eskerên Îranê da ji her du aliyan bi dehan kes mirin. Îranê jî ji ber şer bi obusan va herêma çiyayî ya Sorana navçeya Hewlêrê da ber bombeyan û hat ragihandin di bombebarandinê da sivîlan jî zirar dît.