27 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 27 Tîrmeh 2016
ANKARA
Alîkarê Serokwezîr Mehmet Şîmşek beşdarî bernameya CNN Turkê bû û pirsên li ser rojevê bersivandin.
Şîmşek got: "Millet hem rê neda hewla derbê hem jî xwe da ber derba piyasê jî. Ji duh pê va welatiyan dovîzê xwe yê 9 milyar dolar hûr kir û kir lîreyê tirk. Ev pir girîng e."
Şîmşek got ku bingeha aboriya Tirkiyê saxlem e û ji ber hewla derbê di aboriyê da texrîbeke mezin çênebû.
Şîmşek wiha axivî: "Vêberdêrên dereke ditirsin ku veberhênanê li Tirkiyê bikin, lê welatiyê me bi welatê xwe bawer in û di dewreke wiha da çûne dovîzê xwe hûr kirine. Vê yekê li ber talûkeyê girt."
Şîmşek destnîşan kir, veberdêrên biyanî dipirsin û dibêjin gelo Tirkiye ji bo ku careke dinê nekeve vê rewşê wê gavan biavêje an na û wiha dewam kir: "Pergaleke me ya ku derbê çêdike heye. Xebatên girîng ên reformê hene, hin gav hatin avêtin, tên avêtin. Înşallah ev gav wê têrê bikin. Cesaret û feraseta milletê me hêviyê dide min. Êdî 10 caran bifikirin ku hewleke wiha bidin an na. Em ê di pergalê da reformên girîng çêkin. Em ê pêşiyê lê bigrin da ku sîstem derbeyê neke."