27 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 27 Tîrmeh 2016
İSTANBUL
Di çarçoveya lêpirsîna li ser hewla derbeyê ya FETOyê ya ku Buroya Sûcên Organîze û Terorê û Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê rêva dibin da Haşîm Soylemez, Alî Akkuş û Yakup Çetînê ku di nav 42 rojnamevanê ku der heqê wan da biryara binçavkirinê heye hatin binçavkirin.
Bi van binçavkiriyan va ji 42 şikbaran 19 kes hatin binçavkirin.
Beriya van jî Nazli Ilicak, Seyît Kiliç, Yakup Saglam, Bayram Kaya, Cîhan Acar, Bunyamîn Koselî, Emre Soncan, Mustafa Erkan Acar, Cemal Azmî Kalyoncu, Abdullah Kiliç, Habîp Guler, Mehmet Gundem, Cuma Ulus, Hanim Buşra Erdal, Huseyîn Aydin û Bulent Mumay hatibûn binçavkirin.
Karûbarên rojnamevanên ku hatin binçavkirin li Midûriyeta Şaxa Asayîşê ya Gayretepeyê dewam dike.