08 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 08 Tîrmeh 2018
EZAZ/ÎDLIB
Li Sûriyeyê xelkê bajarê Minbicê yê ku rêxistina terorê YPG/PKKyê xaka wan dagir kiriye, ji bo ku welatê wan ji terorîstan were paqijkirin, dixwazin Tirkiye midaxaleyê bike.
Li bakurê Sûriyeyê piştî ku YPG/PKKyê xaka wan dagir kir, xelkê Minbicê jî neçar man û berê xwe dan Tirkiyeyê û deverên din. Ev Minbiciyên koçber li benda wê rojê ne ku vegerin ser warê xwe.
Xelkê Minbicê Ûm Ebdullah ku ji ber îşxala rêxistina terorê bi mecbûrî koçî Tirkiyeyê kir, di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku ji ber zordestiya rêxistina terorê wan warê xwe terikand.
Ûm Ebdullah diyar kir ku kesên nenas bi zora çekê zordestî li wan kirin û wiha dewam kir, "Bi darê zorê çek dan destê zarokên me. Welat welatê me ye. Qaşo dewleta wan, ne ya me ye."
Ûm Ebdullah bal kişand ku heya terorîst hebin, Minbic dê azad nebe û wiha axivî, "Ew (YPG/PKK) rihetiyê nadin gel. Zordestiyê li keç û xortên me dikin. Di cejnê da em ji Tirkiyeyê çûn Sûriyeyê. Me eqrebayên xwe yên li Minbicê dîtin. Em ê niha vegerin Tirkiyeyê."
Ûm Ebdullah bal kişand ku ew li hêviya wê rojê ne ku vegerin ser warê xwe û wiha got, "Ji bo ku em li Minbicê bi azadî bijîn, daxwaza me ji Tirkiyeyê ew e ku welatê me ji terorîstan paqij bike. Pêşiyê ji Xwedê, paşê jî ji Recep Tayyîp Erdogan em dixwazin ku di vê mijarê da alîkariya me bike û bihêle ku em vegerin ser xaka xwe û ligel zar û zêçên xwe jiyaneke bextewar derbas bikin."
Mehmûd Nûrê mensûbê Artêşa Neteweyî ku şaxeke Artêşa Azad e, diyar kir ku ew alîkariya kesên ku ji ber cejnê ji Tirkiyeyê hatibûn dikin da ku vegerin û wiha got, "Dema eskerê Tirk Minbicê ji terorê paqij bike, kesên ku welatê xwe terikandin, dê vegerin."