15 Nîsan 2017•Rojanekirin: 19 Nîsan 2017
AGRI
Li Bazîda navçeya Agiriyê Mizgefta Ehmedê Xanî ya restore kirin hat vekirin.
Restorasyona Tirbe û Mizgefta Ehmedê Xanî bi alîkariya Qaymeqamtiya Bazîdê û Îdareya Projeya Rojhilatê Anadoluyê (DAP) hat çêkirin.
Musa Işinê Waliyê Agiriyê di vekirina Tirbe û Mizgefta Ehmedê Xanî da xeberda û destnîşan kir piştî xebatên restorasyonê li gor menewiyeta Ehmedê Xanî hat çêkirin.
Işin destnîşan kir xelkê Bazîdê layiqî xizmetên baş e û wiha got: "Em neviyê Ehmedê Xanî, Mewlana û Yunus Emre ne û divê em layiqî wan bin."
Musa Işin diyar kir rêya me rêya Pêxember û warisên wî Ehmedê Xanî û Bedîuzzeman e û wiha dewam kir: "Bi misilmanan nakeve bi pey eşqiya û heydûtan bikevin. Înşeallah wê xizmetên me ji bo Bazîdê dewam bikin."
Ulaş Akhanê Qaymeqam û Wekîlşaredarê Bazîdê jî wiha got: "Ji xeynî restorasyona derî û şibakan me aşxane û destmêjxaneyek li tirbeyê zêde kir. Derdorên tirbe û mizgeftê hatin çêkirin. Avahiyên xirbe yên li derdorê hatin rakirin û li dora tirbeyê dar hatin çikandin."
Ercan Îlhanê Fermandarê Tugaya Mekanîze ya 1emîn, Mustafa Ozdemirê Fermandarê Cendirmeyan, Adnan Demirê Serokê DAPê, Yunus Bayramê Alîkarê Midûrê Giştî yê Kontrol û Xurekê, amirên saziyan, mixtar û welatî beşdarî merasima vekirinê bûn.