İbrahim Atmaca
17 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 17 Cotmeh 2018
BATMAN
Li Muzeya Hesenkêfê ya ku li Hesenkêfa navçeya Batmanê hatiye çêkirin, xebatên teşhîrê yên etaba yekemîn hat kutakirin û ji bo ziyaretê hat vekirin.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Çand û Turîzma Bajêr hat dayîn, li Hesenkêfa ku ji cihên wêrane yên herî girîng yek e, Muzeya Hesenkêfê ji sala 2013an vir va tê çêkirin û deriyên xwe vekir.
Di daxuyaniyê da cih dan gotinên Midûrê Çand û Turîzmê yê Bajêr Mehmet Îhsan Aslanli û Aslanli got ku xebatên teşhîrê yên etaba yekemîn a Muzeya Hesenkêfê hat kutakirin û ragihand ku Bendava Ilisuyê Projeya HESê di çarçoveya xebatên Parastin û Rizgarkirina Heyberên Çandî da berhemên ku di kolanên arkeolojîk da hatin derxistin, dan muzeyê.
Aslanli diyar kir ku Muzeya Hesenkêfê li ser 8 hezar û 150 mêtreqareyî ye û ji bo ku nirxên arkeolojîk ên herêmê nîşan bide, wê xizmetên mezin bike, piştî xebatên teşhîrê yên etaba yekemîn qadeke 700 mêtreqareyî ji xizmetê ra vebû.
Aslanli daxuyand ku di 19 vîtrînên Muzeya Hesenkêfê da kevirên jeolîtîk, di 3 vîtrînên berhemên heyama paleolotîk û 18 vîtrînan da jî berhemên heyama neolîtîk hene û wiha dewam kir:
"Di muzeyê da berhemên aîdê serdemên paleolîtîk, neolîtîk, kalkolîtîk, tûnc, hesin û qerbê navîn wê werin pêşandin."
Di daxuyaniyê da hat gotin ku Pervîn Ersoya jina Mehmet Ersoyê Wezîrê Çand û Turîzmê jî li muzeyê geriya.