Nihat Kavşut
17 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 17 Cotmeh 2018
ANKARA
Hevdîtina Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Mîke Pompeo qediya.
Erdogan beriya here Moldovayê li Balafirgeha Esenbogayê bi Pompeo ra civiya û hevdîtina Erdogan û Pompeo 35 deqîqe ajot.
Di civînê da Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu, Serokê MÎTê Hakan Fîdan, Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin û Nûnerê Taybet yê Sûriyeyê yê Amerîkayê James Jeffrey jî amade bûn.