19 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 20 Berfanbar 2016
MARDÎN
Li Mêrdînê êrîşên terorê yên li Stenbol û Qeyseriyê hatin şermezarkirin.
Turk Haber-Sen û Komeleya Piştevanî û Tevkariya Malbatên Şehît û Xaziyan a Mêrdînê jî di nav da, saziyên civata sivîl li Parqa Karayollariyê ya li navçeya Artukluyê çalakiya protestoyê li dar xist.
Welatiyan bi alaya Tirkiyê va duruşmeyên wek "Şehît namirin, welat perçe nabe" û " Qehir be PKK" berzandin.
Nûnerê Mêrdînê yê Turk Haber-Senê Şeyhmus Kanat rehmet li kesên ku di êrîşa terorê da şehît bûn anî û ji birîndaran ra şifa xwest.
Kanat got ku ji yekîtî û pêkvetiya me ya millî dexesiyê dikin û naxwazin ku welatê me pêşkeve û ji bonê jî hêzên tarî cardin derketine meydanê.
Kanat diyar kir ku divê milletê me li dijî êrîşên terorê bi aqlê selîm tevbigere û got: "Divê bi qasî terorîstên ku di destê wan da çeke hene, terorîstên biqravat yên ku miqamên dewletê îşxal kirine jî werin cezakirin."