Fatih Gazioğlu
18 Gulan 2017•Rojanekirin: 19 Gulan 2017
ÎSTANBUL
Serokê Diyanetê Mehmet Gormez der barê îdiayên ku dibêjin pîrozkirina Hefteya Mewlida Pîroz çalakiyeke FETOyê ye bertek nîşan da û wiha got: "Hefteya Mewlida Pîroz peyameke gerdûnî ya sunet, sîret û exlaqê Pêxemberê (Hz. Mûhemmed) dide. Lazim e ev bibe Hefteya Sîretê û ji vir wê ve dîsa di navbera 14 û 20ê Nîsanê de were pîrozkirin."
Gormez der barê guherîna navê Hefteya Sîretê pirsên nûçegihanan bersivandin. Gormez got ku Hefteya Mewlida Pîroz ev 28 sal in bi arîkariya dewletê tê pîrozkirin û wiha axivî:
"Heftêya Mewlida Pîroz ne alternatîfeke Qandîla Mewlîdê ye ya ku roja 12 Rebîullewelê tê pîrozkirin. Ev roj peyameke gerdûnî ya sunet, sîret û exlaqê Pêxemberê me (Hz. Mûhemmed) dide hemû dinyayê. Lazim e ev bibe Hefteya Sîretê û ji vir wê ve dîsa di navbera 14 û 20ê Nîsanê de were pîrozkirin."