07 Nîsan 2017•Rojanekirin: 08 Nîsan 2017
ANKARA
Wezareta Karên Derva diyar kir ku operasyona li ser baregeha leşkerî ya Şayratê a ku DYAyê piştî êrîşa bi sîlahên kîmyewî ya li ser Xan Şêxûnê kir "erênî" tê dîtin û got, "Ji bo ku sûcên wiha bê ceza nemînin, hesab bê dayîn gav bên avêtin, Tirkiyeyê hemû piştgiriyê bide van xebatan."
Di daxuyaniya Wezaretê da wiha hat gotin: "Di wijdana mirovahiyê da û bi tesbîtên saziyên navneteweyî va eşkere ye ku rejima Sûriyeyê 6 sal e bi sîlahên konvansiyonel û sîlahên kîmyewî va sûcê dijî mirovahiyê û sûcê şer dike û mînaka dawîn jî êrîşa bi sîlahên kîmyewî ya li ser Xan Şêxûna bajaroka Îdlibê ye. Piştî êrîşa bi sîlahên kîmyewî DYAyê îro destê sibê operasyon bire ser Baregaha Leşkerî ya Şayratê û ev jî erênî hat dîtin."
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:
"Ji bo ku sûcên wiha bê ceza nemînin, hesab bê dayîn heke gav bên avêtin, Tirkiyeyê hemû piştgiriyê bide van xebatan.
Em ê wek dewleteke ku 3 milyon penaberên ji Sûriyeyê xweyî dike û ji bo çareseriyeke siyasî bê dîtin hewl dide xebatên bi civaka navneteweyî ra bidomînin da ku pêkanînên rejimê û sûcên ku li dijî gel tên kirin bên bidawîkirin.