02 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 02 Berfanbar 2016
TBMM
Parlementerê Diyarbekirê yê HDPyê Altan Tan destnîşan kir destûreke ku dê kêşeyên Tirkiyeyê çareser bike, daxwaza hemû kesî ye û wiha got, "Pirsa ku bersiv jê ra lazim e, gelo dê destûreke çawa be? Bona kêşe û hewcedariyên Tirkiyê çareserî çi ye? Destûreke li gorî van, daxwaza her kesî ye."
Tan di civîna xwe ya çapemeniyê da qala hevdîtina Serokwezîr Bînalî Yildirim û Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî ya der barê guhertina destûrê da kir û got ku bona Tirkiyeyê danîna destûreke nû, daxwaz û arzûya her kesî ye.
Tan wiha got, "Pirsa ku bersiv jê ra lazim e, gelo dê destûreke çawa be? Bona kêşe û hewcedariyên Tirkiyeyê çareserî çi ye? Destûreke li gorî van, daxwaza her kesî ye" û wiha îdia kir, "Lêbelê mijara guhertina destûrê vêga daxistine nîqaşa gelo Serokomar Recep Tayyîp Erdogan dê bibe Serok an na. Nîqaşên li ser vê meseleyê li gorî min şaş in."
Tan bal kişand ku mijara Serokatiyê jî meriv dikare nîqaş bike û wiha pê da çû:
"Em nabêjin 'em teqez li ser serkotiyê nîqaşan nakin.' Em ê der barê serokatiyê da jî, der barê sîstema parlamenteriyê da jî nîqaşa bikin. Paşê jî em ê binêrin ka ji bo Tirkiyeyê û civatê kijan baş e, kîjan wê problemên civatê çareser bike, li gor wê em ê biryarekê bidin. Îro ne dema nîqaşên serokatiyê ye, îro ji bo çareserkirina problemên Tirkiyeyê dem dema destûrake bingehîn e. Yanî mesela ne şexsî ye, mesele nîqaşkirina sîstemê ye."
Tan xwest ku bira polîtîka û biryarên der barê çareseriya meseleya kurdan da bên eşkerekirin û parast ku "ji ber pirsgirêka kurdan Tirkiye di polîtîkayên li Sûriye û Iraqê da pêş nakeve."
Tan pirsên rojnamevanan bersivand û li ser pirsa "Di referandumê da serokatiyê derbas be an na?" got, "Ji bo îro rast nîne ez tiştekî bêjim, lê belê ji bo ku bi vî halî derbas nebe çi ji destê me bê em ê bikin. Yanê di rewşeke wiha da sîstema serokatiyê an jî guherîna qanûna bingehîn ku bê Meclisê em ê li Meclisê û li dervayê Meclisê mixalefeteke cidî bikin."
Tan li ser pirseke der barê şewata li wargeha xwendekaran da ku li Edeneyê pêk hat got ku rewşeke giran e û êşeke mezin e û wiha pêda çû: "Dibê dewlet û rayedar bi awayekî rast dest biavêjin teknîk û fikir û gotina vê mijarê. Rihma Xwedê li wan zarokên me be. Xwedê sebrê bide malbatên ku vê êşa mezin dikişînin."