MARDÎN
Wezîrê Karên Hundir Muammer Guler ji bo cejnê li bajarê xwe Mêrdînê bû. Guler li wê derê beşdarî bernameyeke cejnê bû û daxuyanî dan. Guler li ser xebatên ji bo pêşveçûna welêt ku di dema AK Partiyê de hatine kirin jî rawestya.
Guler da zanîn, welatî gelek kêfxweş in ku pêvajoya çareseriyê dest pê kiriye û wiha pê de çû: "Asta ku îro Tirkiye gihîştiyê divê mirov baş binirxîne. Di anketan de jî dê dîtin ku gel ji sedî 65-70 piştgiriyê dide çareseriyê. Ev tiştek pir giring e. Tiştê herî giring jî ew e ku birayên me yên Kurd ji sedî 90 ji vê pêlê bawer dikin ku dê biçe serî."
Guler ji bo ew kesên ku naxwazin pêla çareseriyê biçe serî jî got: "Ev bi tenê ne pirsgireka me ye, pirsgirek ya hemû Tirkiyê ye û divê çi ji destê kê bê, bike. Em dizanin, ew kesên ku naxwazin pêla çareseriyê biçe serî, li ser serê gel mêraniyê dikin û dixwazin rojên berê yên tarî paşve bên. Lê bila her kes bizane ku tu kes nikare pêşî li vê bangewazî û daxwazê bigre. Pêvajo bi îzna Xwedê dê bigiheje serî."