24 Mijdar 2016•Rojanekirin: 25 Mijdar 2016
STRAZBURG
Parlementoya Ewropayê (PE) pêşnûmaya ku guftûgoyên ji bo endamtiya Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê demeke berwext rawestîne tewsiye dikir, qebûl kir.
Di Lijneya Giştî ya PEyê da roja sêşemiyê li ser pêşnûmayê nîqaş hatibûn kirin û îro jî der barê erêkirinê da ray hat avêtin. Ji bo qebûlkirina pêşnûmayê 479 rayên erê û 37 rayên na hatin dayîn, ji dengdêran 107 ray jî bêbiryar man.
Di pêşnûmayê da sedema rawestandina guftûgoyên endamtiya Tirkiyeyê rewşa ku piştî hewla derbeya 15 tîrmehê ya FETOyê û rewşa deresayî ya hat îlankirin derket holê tê nîşandan.
Di biryarê da hat gotin ku ji bo destpêkirina endamtiya guftûgoyan divê rewşa deresayî bê rakirin.
Di qada hiqûqê da tu rayeya vê biryarêl tuneye lê ev yek ji hêla siyasî va peyamê dide Konseya YEyê û rêveberiyên siyasî yên welatên endam.