24 Mijdar 2016•Rojanekirin: 25 Mijdar 2016
ADANA
Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Berat Albayrak der barê êrîşa terorî ya li Edeneyê qewimî da got: "Ji van bûyeran tu yek nikare rê li ber Tirkiyeyê bigire û wê ji wan hedefên daniye pêşiya xwe dûr bixe."
Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Berat Albayrak got: "Di van salên dawîn da Tirkiye di qada têkoşîna dijî terorê da ji pevojeyeke germ derbas dibe. Vê bûyerê peyameke eşkere da. Ji niha bi şûn va bi taybetî jî ji 15ê Tîrmehê vir va û bi bûyera îro qewimî va ez dixwazim vê yeke eşkere diyar bikim. Ji van bûyeran tu yek nikare rê li ber Tirkiyeyê bigire û wê ji wan hedefên daniye pêşiya xwe dûr bixe."
Albayrak ewilî li Walîtiya Edeneyê ya êrîş lê pêk hat hin lêkolîn kir, ji rayedaran agahî hilda, paşê civîna çapemeniyê li dar xist û bi bîr xist ku ew ji bo beşdarî 7emîn Civîna Vejenê ya Tirkiyeyê bibe li bajêr bû.
Wezîr Albayrak destnîşan kir ku li bajêr ew rastî bûyereke nexweş hatin û wiha pê da çû: "Di van salên dawîn da Tirkiye di qada têkoşîna dijî terorê da ji pevojeyeke germ derbas dibe. Vê bûyerê peyameke eşkere da. Ji niha bi şûn va bi taybetî jî ji 15ê Tîrmehê vir va û bi bûyera îro qewimî va ez dixwazim vê yeke eşkere diyar bikim. Ji van bûyeran tu yek nikare rê li ber Tirkiyeyê bigire û wê ji wan hedefên daniye pêşiya xwe dûr bixe."
Albayrak got ku di êrîşê da 2 şehît û yek jê giran 33 birîndar hene.