15 Mijdar 2016•Rojanekirin: 16 Mijdar 2016
ANKARA
Li gor daxuyaniya leşkerî, Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê di operasyona ku 24ê tebaxê li Çukurca û Yuksekovaya Hekariyê li hember rêxistina terorê dabûn destpêkirin de 510 terorîst kuştin.
Hêzên ewlehiyê di operasyonan de terorîstan ji hêla derûnî û fizîkî ve hildidin bin kontrolê.
- Pevçûna du komên PKKyî li ser bêtêlê hat guhdarkirin
Hêzên girêdayî Fermandariya Tumena 3yemîn a Hekariyê axaftina di navbera endamên rêxistinê ya li ser bêtêlî guhdar kirin. Hat tespîtkirin ku du kom li herêma Şetunusa bakurê Sûriyeyê pev çûne, mirî û birîndar hene. Dengê 40 û 50 guleyan ji girê Tarzoyê hat bihîstin û li ser bêtêlê jî "Me Ciwan û 4 kesên li cem wî kuştin. Yên din reviyan aliyê dijmin, em dişopînin." hat guhdarkirin.
Hat gotin ku endamên rêxistinê yên berê yên nû derdixin pêş ku ew şer bikin û ew jî qebûl nakin. Ji ber vê hin caran di navbera wan de pevçûn çêdibin.
Ev pevçûn piştî ku serkirdeyê rêxistina terorê hat girtin yekem pevçûn e di nav rêxistinê de çêdibe û hate tespîtkirin. Bi salan berê bûyereke bi vî rengî li Qendîlê çêbûbû û rêxistina terorê ber bi belavbûnê ve çûbû. Ev operasyon jî nîşan didin ku rêxistin ber bi belavbûnê ve diçe.