15 Mijdar 2016•Rojanekirin: 16 Mijdar 2016
ŞANLIURFA
Li Sirûca navçeya Şanliûrfayê bi saya serê wezîfedarkirina Biryarnameya Hukmê Qanûnê (KHK) ya ku Wezareta Karên Navxweyî kir, kuçe û kolan tên asfaltkirin. 30 sal in ew kuçe û kolan nehatibûn qîrkirin.
Alîkarê Waliyê Şanliûrfayê Tarik Açikgozê ku ji bo Şaredariya Sirûcê hat wezîfedarkirin, ji bo xizmeta gelê navçeyê bê navber dixebite.
Ekîbên şaredariyê li giştiyê navçeyê parq, baxçe û dibistanan paqijî kirin û dest bi qîrkirina kuçe û kolanên navçeyê kirin.
Li navenda Sirûcê nêzî 30 salan e ku li tax û kuçeyan asfalt nehatiye nûkirin. Ekîban rê asfalt kir û bêyî saetên mesaiyê dixebitin.
Açikgoz der barê xizmetan da daxuyanî da rojnamegeran û got ku bi salan e navçe ji xizmetê bêpar maye.
Açikgoz herwisa bal kişand ku piştî hewldanên cidî, navçe paşê gihîşt asfaltê û wiha pê da çû:
"Taxa Alîgorê rêya pevgirêdanê ya navçeya me ya Sirûcê ye. Lêbelê ev dever jî mîna Sirûcê ji xizmetê bêpar maye. Kolanên me yên ku di warê qelebalixiya wesayîtan da pir girîng in, niha bûne kolemişk. Ji ber hindê em gelekî cehd û xebatê dikin ku asfalt bikin. Me digel Midûriyeta Herêma me ya Rêbejayê hevdîtin kirin. Malî ava ku vê hevdîtina me encam da. Ji îro bi şûn da êdî asfalta kolan û kuçeyên me dê bê nûkirin. Ez spasiya ekîbên rêbejaya me dikim. Emê berdewam bin di xizmeta birayên me yên sirûcî da."
Welatî Muslum Akcan jî diyar kir ku êdî rengê zivistanê xuya dike û ew gelekî spasdarê ekîban e ku di werzekî wiha da ew ji çîleya rê xilas kirin.