15 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 16 Cotmeh 2016
HEWLÊR / ANKARA
Di operasyona ji destê DEAŞê rizgarkirina Mûsilê da artêşa Iraqê, hêzên Herêma Kurdistana Iraqê, milîsên şiî, Dergevanên Nînovayê û yekîneyên taybet ên DYAyê cî bigirin.
Di operasyonê da tê plankirin ku pêşmerge û milîsên şiî herêmên derdorê bi dest bixin û piştî mehekê jî artêşa Iraqê bikeve navenda bajêr.
Li gor agahiyên ku nûçegihanên AAyê ji Herêma Kurdistana Iraqê, Dergevanên Nînovayê û hêzên milîs ên şiî wergirtin, tê plankirin ku operasyon di nav çend rojan da dest pê bike û der barê hêzên li dijî DEAŞê şer bikin da agahî dan.
Li gor plana ku DYA îdare dike sewq û îdareya operasyonê Fermandariya Operasyonên Mûsilê dike ku generalekî ji Iraqê pêşengiyê dike.
Armanca Herêma Kurdistanê qadeke 100 kîlomêtro ye
Hêzên pêşmergeyan ku nêzî eniyê ne plan dikin ku ji herêmên Hezr û Guveyra li rojhilatê û Tel Uskuf û El Hugneya li balurê dest bi êrîşê bikin.
Pêşmerge dixwazin xeta ku ji Guweyrê heya Kesikê diçe û bi destê DAEŞê hatiye dagirkirin rizgar bikin.
Li gor peymana di navbera Bexda û Herêma Kurdistanê da pêşmerge vê xetê bigirin wezîfeya wan namîne.
- Dergevanên Nînovayê wê ji bakur va werin
Şervanên ji Mûsilê ku bi destê Hêzên Çekdar ên Tirkan ji sala 2015an vir va li herêma Başîqayê tên pewerdekirin ji xeta ku pêşmerge lê ne tevî operasyonê bibin.
Qederê 3 hezar hêzên herêmî ku berê wek "Haşdî Wetan" dihatin zanîn û roja çarşemê navê xwe kirin "Dergevanên Nînonayê" wê di bin banê Fermandariya Operasyonên Mûsilê da hereket bikin.
Di hevdîtina di navbera artêşa Iraqê û Esil Nuceyfiyê Waliyê Mûsilê yê berê û fermandarê Dergevanên Mûsilê da biryar hatibû hildan ku hêzên li Başîqayê li ciyên cuda neyên belavkirin û li gor planeke eşkere tevlî operasyonê bibin.
Nuceyfî di daxuyaniya da nûçegihanê AAyê da got ku di hevdîtina bi artêşa Iraqê ra kirin da lihevkiribûn.
- Artêşa Iraqê û şiî
Pêşmerge dema ji rojhilat û bakur va ber bi navendê va biçin artêşa Iraqê û milîsên şiî (Haşdî Şabî) yên ku li navçeya Kayyareyê hêwirîne jî wê pêş va biçin.
Milîsên şiî piştî demekê wê berê xwe bi bakurê rojava va bikin hewl bidin ku bigihîjin navçeya Telaferê.
Dema ku pêşmerge xeta Hazr-Kesîkê bikaribe ji DAEŞê bistîne wê demê wê artêşa Iraqê ji heman deran bikeve bajêr.
Li gor planê ku DYA kordîne dike bi tenê wê artêşa Iraqê bikeve navenda bajêr.
Hedefa operasyonê ew e ku di dawiya mehekê da artêşa Iraqê bikaribe xwe bigihîne têketina bajêr.
Yekîneyên taybet ên DYAyê ku li baregeha hewayî ya Qeyyareyê dimînin wê piştgiriyê bidin hêzên Iraqê û unsurên hewayî yên DYAyê jî wê bi ser DEAŞê da bombe bibarînin.
- Ji bo DEAŞê rêya revê
Di operasyona Mûsilê da bi hinceta ku milîtanên DEAŞê bajêr terk bikin çar aliyê bajêr wê bê girtin û bi tenê li aliyê rojava rêya ku diçe ser sînorê Sûriyeyê wê vekirî bimîne.
Lê reva milîtanên ji Iraqê derbasî Sûriyeyê bibin dibe ku tesîreke neyînî li ser Hereketa Mertalê Feratê ya TSK birêve dibe bike.
Çavkaniyên ewlehiyê yên tirk ên ku agahî dan nûçegihanê AAyê diyar kirin ku ji bo lidarxistina operasyona hevdem ser Mûsil û Reqayê hat xwestin ku DYA bê qanîkirin lê Washington bi biryar e ku di operasyona Mûsilê da bi tena serê xwe tevbigere.
- Li Telaferê tirsa pevçûna mezhebî ya teze
Li gor agahiyên ki ji çavkaniyên dîplomatîk hatin sitandin, Tirkiye piltgiriyê dide pêşîlêbirîna ragêşiya dibe ku li Telaferê di navbera tirkmenên sinî û şiî yên ku ji ber DEAŞê revîbûn û paşda dizvirin welatê xwe da derkeve. Lê belê Tirkiye dibêje milîsên şiî yên ku ji navçê nînin di dema vegerînê da ku bên navçeyê ewê pirsgirêkan derxin û ji bo vê jî dîsa hişyariyê dide DYAyê.
Şerê mezhebî yê ku piştî di 2003yan da DYAyê Iraq dagir kir derketibû paşê di salên 2004-2005an da bi destê hin rêxistinên bin banê Heşdî Şabiyê da li Telferê jî dewam kiribû.
- Ligel sozdayînê tehdîda PKK hê xilas nebûye
PKKya rêxistina terorê di tebaxa 2014an da DEAŞ xistibû hincet û ji Sûriyeyê ra derbasî Şengalê bibû û li wê derê bi cî bibû.
Di nav Heşdî Şabiya rêxistina milîsên şiî da nêzîkî 1000 hebî milîtanên PKKê hene û tê zanîn ku hewl didin tevlî operasyona xilaskirina Mûsilê bibin.
Çavkaniyên dîplomatîk daxuyanî dan nûçegihanê AAyê û diyar kirin ku rayedarên DYAyê soz dane Tirkiyeyê ku di nav pîlana wan da tevlîbûna PKK tune.
Çavkaniyan gotin ligel vê dibe ku PKKyî di mijara Telaferê da piştgiriyê bidin milîsên şiî, hewl bidin qada xwe berfireh bikin ji ber vî jî ji nêz va rêxistinê teqîb dikin.