15 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 15 Cotmeh 2016
ANKARA
Li gor agahiyên ku Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê dan, Herekata Mertalê Feratê ya ji bo piştgiriyê bidin hêzên koalisyonê, tehdîda DEAŞê berteref bikin, ewlehiya hidûd zêde bikin di roja 53yan da dewam dike.
Hêzên mixalif ji bo Taşlihoyuka li rojhilatê Raiyê bistînin hemle kirin, DEAŞa rêxistina terorê ber xwe da û mixalif pêşda neçûn. Di pevçûên ku nav rojê derketin da 4 mixalif birîndar ketin.
Di Herekata Mertalê Feratê da wesayîtên çavdêrî û kefşê 80 hedefên DEAŞa rêxistina terorê tesbît kirin û bombe avêtnê û piştgirî dan ASAyê û hedef hatin îmhekirin.
Teyareyên Hêzên Hewayê 2 avahiyên baregehê, 3 avahiyên ku wek mewziya sîlahan dihat bikaranîn û hedefên bi tîpa koruganê yên li Mîrkane, Taşlihaoyuk û Tîleliyê îmhe kirin.
Hezar û 156 teqemeniya ku bi desta hatiye çêkirin hat îmhekirin
Hêzên koalisyonê li Dabiqê hedefên DEAŞê tesbît kirin û teqemeniyek îmhe kirin.
Tîmên îmhekirin û paqijkirina teqemeniyê yên ku piştgiriyê didin mixalifan li herêmên ku ji DEAŞê hatin xilaskirin 4 teqemenî îmhe kirin, ji destpêka herekatê virda 28 mayîn û hezar û 156 teqemeniya ku bi desta hatiye çêkirin îmhe kirin.