02 Mijdar 2016•Rojanekirin: 03 Mijdar 2016
DIYARBAKIR
Şaredariya Sûrê ku bi erkê Biryarnameya di Hukmê Qanûnê (BHQ) da bi destê Wezareta Karên Navxweyî va wezîfedarî lê hatibû kirin, di xizmetên xwe da dê giraniyê bide zarokên mexdûrê terorê û yên dezavantaj.
Şaredariya Sûrê ku çendek berê Alîkarê Walî Bîlal Ozkan lê hatibû wezîfedarkirin, dest bi xebatan kir ku xizmeta xelkê navçeya ku par mensûbên rêxistina terorê PKKyê gelek êrîş birin ser, bikin.
Ji ber ku Şaredara Bajarê Mezin Diyarbekirê Gulten Kişanak hat girtin, di xizmetên şaredariyê da pirsgirêk derketin, kolan û kuçe bûn mîna sergoyê. Ji ber hindê ekîbên şaredariya Sûrê ketin dewrê û kolan û kuçeyên ku li dervayê sînorê wan in jî paqij kirin. Xelkê Diyarbekirê ev reng xebatên şaredariyê tebrîk kirin.
Alîkarê Walî Ozkan ku li şaredariyê hat wezîfedarkirin, bona ku xizmeteke baş li navçeya dîrokî ya ku mazûwaniya 33 şaristaniyan kiriye bike, peywendî bi wezaretên eleqedar û Şaredariya Mezin a Stenbolê ra danî û sozê alîkariyê stand.
- Wê navên şehîtan lê bikin
Bîlal Ozkan der barê projeyên ku wê li navçeyê bikin da daxuyanî da nûçegihanê AAyê.
Ozkan diyar kir ku armanca wan ew e ku xizmeta gel bikin û got ku ji bo vê jî hewl didin.
Ozkan destnîşan kir ku wê girîngiyê bidin zarokan û got ku bi salan e di xizmetên şaredariyê da zarok jê mehrûm mane.
Ozkan diyar kir ku wê li 35 gundên navçeyê parkên zarokan çêkin û wiha xeberda: "Em ê girîngiyê bidin nifşên teze. Em ê navên kesên ku di operasyona Sûrê da şehît bûne li parkan bikin."
- Dibistan wê bên modernîzekirin
Bîlal Ozkan daxuyand ku ji bo ku zarokên Sûrê perwerdeyeke baş bibinîn ew çi ji destê wan bê wê bikin.
Ozkan dîsa got ku ji ber vê yekê wan biryar daye wê 7 dibistanan temîr û modernîze bikin û tê de jî wê cihên sporê çêbikin.
- "Xebatên nûkirinê wê vîzyona Sûrê pêşve bibe"
Arîkarê Walî Ozkan diyar kir ku li Sûrê gelek cihên çandî û dirokî hene û wiha dewam kir:
"Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê li ser kolana Gaziyê projeyek çêkiriye. Emê jî bibin şirîkê vê projeyê. Em ê ewil rê û peyarêyên kolana Gaziyê çêbikin. Ev xebatên nûkirinê wê vîzyona Sûrê pêşve bibe."