Sevim Hatun
02 Mijdar 2016•Rojanekirin: 02 Mijdar 2016
ELAZIG
Li Elazigê di operasyona dijî PKKya rêxistina terorê de, di nav de Nafîz Koçê Serokê Bajêr ê DBPyê jî 10 kes hatin binçavkirin.
Dozgeriya Komarê ya Elazigê, di çaçroveya operasyona ser rêxistina terorê de, di nav de Koçê Serokê Bajêr ê DBPyê û Sûat Yavûzê Serokê Navçeya Alacayakayê yê HDPyê jî ji bo 10 kesan biryara binçavkirinê hat dayin.
Ekîbên Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê yên Midûriyeta Ewlekariya Bajêr, li navenda bajêr û Alacayaka, navçeya Palû û Karakoçanê operasyon birin ser 14 navnîşanan. Di nav de Koç û Yavûz 8 kes hatin binçavkirin.
Di lêgerînê de gelek belgeyên rêxistinê hatin desteserkirin.
Kar û barên der barê binçavkiriyan de dewam dike.
Ji bo qefaltina 2 gumanbarên din jî xebat dewam dikin.