26 Tebax 2016•Rojanekirin: 27 Tebax 2016
HAKKARÎ
Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê qedexeya derketina derva ya ku di 24ê tebaxê da hatibûn îlankirin qismî hat rakirin.
Di daxuyaniya walîtiyê da hat destnîşankirin ku li Yuksekovayê ji bo parastina pergala kamuyê, berterefkirina endamên rêxistina terorê û hizûr û aramiyê qedexeya derketina derva hatibû îlankirin.
Hat diyarkirin ku qedexeya ku di 24ê tebaxê da hatibû îlankirin ji 26ê tebaxê vir va di saet 06.00 û 23.00an da qismî hatiye rakirin.