ANKARA
Midûrê Giştî yê Meteorolojiyê Îsmaîl Guneş, ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku heta dawiya vê heftiyê di pîleyên germahiyê de dê guherînên piçûk çêbibin, lê bi tevahî dê lî gorî demsalê bidome.
Guneş, daxuyand ku li gorî texmînan germahî dê hefteya yekem li gorî demsalê be, hefteya duyem li deverên rojhilat hinekî kêm lê li deverên din dê bi asayî bidome. Hefteyên sêyem û çarem jî germahî, li deverên hundir û rojava dê hinekî bi ser pîvanên demsalê bikeve lê li deverên din dê asayî dewam bike.
Guneş, bi bîr xist ku di çapemeniyê de tê gotin ku germahî li dora 50-60 pîleyî tê pîvan lê li gorî pîvanên fermî heta niha pîleya herî zêde di 1962an de li Batmanê 48,8 hatiye tespîtkirin.