04 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 05 Tîrmeh 2016
ANKARA
Saziya Îstatîstikê ya Tirkiyeyê (SÎT) daneyên enflasyonê eşkere kir.
Li gor daneyên SÎTê di hezîranê da Endeksa Bihaya Serfkaran ji sedî 0,47, Endeksa Bihaya Hîlberîneran a Navwelêt jî ji sedî 0,41 zêde bû. Enflasyona salane di bihayên serkaran da ji sedî bû 7,65 û di bihayên hilberînerên navwelêt da jî bû ji sedî 3,41.
Herî zêde îsot biha bû
Di meha hezîranê da li gor bihayên serkaran herî zêde îsot ji sedî 28,43 zêde bû û ya ku bihaya wî herî zêde daket jî ji sedî 14,97an va pîvaz bû.