İbrahim Atmaca
27 Hezîran 2018•Rojanekirin: 28 Hezîran 2018
UŞAK
Li Uşakê akademîsyenên ku lêkolîn dikirin, rastî bîrekê ku rovî ketiyê hatin û rovî ji bîrê hat derxistin.
Li gor agahiya ku hat hildan, Dr. Îsmaîl Ege û Dr. Selahattîn Polatê Endamên Hîndekariyê yê Zanîngeha Uşakê Fakulteya Fen Edebiyatê Beşa Cografyayê ji bo ku li navçeya Karahalliyê nêzî gundê Paşalarê der heqê bîrên avê da lêkolînê bikin, digeriyan. Ege û Polat nêzî gund di bîreke avê ye ku nayê xebitandin û 7 mêtre kûr e da roviyek dît.
Akadmîsyenan ji Midûriya Şaxa Uşakê ya Parastina Siruştê û Parkên Neteweyî ra telefon vekir û ji bo xelaskirina rovî alîkarî xwest.
Karmendên parastina siruştê ji bo xelaskirina roviya ku ji tîna westiyaye, çûn herêmê û bi pêlekanê va daketin bîrê. Ekîban rovî kire çewal, ji bîrê derxist û berda siruştê.
Midûrê Şaxa Uşakê ya Parstina Siruştê û Parkên Neteweyî Huseyîn Tekîn spasiya akademîsyenan kir û got ku parastina jiyana siruştî wezîfeya me hemûyan e.