İbrahim Atmaca
03 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 03 Cotmeh 2018
MOSKOVA
Wezîrê Parastina Rûsyayê Sergey Şoygu ragihand ku welatê wî S-300a pergala fuzeyê ya parastina esmanî teslîmî Sûriyeyê kir.
Şoygu di civîna Konseya Ewlehiyê ya ku bi serokatiya Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putîn hat kirin da tevdîrên ji bo zêdekirina ewlehiyê ya eskerên Ûris ên li Sûriyeyê, eşkere kirin.
Şoygu diyar kir ku wan S-300a pergala fuzeyê ya parastina esmanî teslîmî Sûriyeyê kir û wiha dewam kir: "Me S-300 teslîm kir. Digel vê me 49 cîhazên teknîkê yên eskerî yên cuda jî teslîm kirin.
Meha çûyî balafira Ûris a Îl-20î ku li ser Behra Spî û li ser Sûriyeyê firînên keşfê dikir, ji aliyê fuzeyên Sûriyeyê va hatibû xistin. Rûsyayê der heqê bûyerê da hêzên esmanî yên Îsraîlê sûcdar kiribû, ji bo ku ewlehiya eskerên Ûris ên li Sûriyeyê zêde bike daxuyandibû ku ew ê S-300a pergala parastina esmanî ku berê gotibû lê poşman bûbû, dîsa bide Sûriyeyê.