Haydar Şahin
03 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 03 Cotmeh 2018
HATAY
Li Kirikxana navçeya Hatayê karxezala birîndar a ji cureya "gazella gazella"yê ya şivanan li nêzî sînorê Sûriyeyê dîtibû hildan bin parastinê.
Karxezala birîndar a şivanan li herêma sînor a Kale Tepeya gundê Kirikxanê dîtibû, anîn Îstasyona Zêdekirina Xezalan a Hatayê.
Cureya xezalên "gazella gazella"yê di xetereyê da hindik maye ku koka wan biqele. Rayedaran derman dan karxezalê û hildan parastinê.
Huseyîn Dînlerê wezîfedarê Îstasyonê di daxuyaniya xwe da diyar kir ku dema karxezal anîn rewşa wê baş nebû û wiha pê da çû: "Di lingê karxezalê da birîn hebûn me demildest midaxele kir. Nika rewşa karxezalê baş e. Çend roj şûn da ew ê bide lotikan û wekî karên din bilîze."
Dînler got ku piştî birînên karxezalê pak bibin ew ê berî hewşa tebiî ya li herêma îstasyonê bidin.