DIYARBAKIR / VAN
Şaredariyên DBPyê piştgirî dan PKKya rêxistina terorê ya ku di heyama dawîn da li bajaran çalakî û êrîşên xwe zêde kir.
Digel HDPya ku di hilbijartina 7ê hezîranê da benda ji sedî 10 derbas kir û bi 80 parlementeran ket Meclisê, hin şaredar, alîkarê şaredar û xebatkarên şaredariyên DBPyê jî ku li hin herêmên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê xurt in, di ciyê ku ji bo çekdanînê bangî PKKyê bikin, piştgirî dan çalakî û kirinên rêxistinê û li "cem rêxistina terorê cî girtin."
Piştî ku endamên PKKyê li dijî hêzên ewlehiyê û sivîlan dest bi êrîşan kirin, li ser telîmata rêxistina terorê li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê teşkîlatên HDP û DBPyê xwestin "xweseriya qaşo" îlan bikin û şaredariyên DBPyê piştgirî dan vê lîstikê.
Endamên rêxistinê hin bajar û navçeyên li herêmê ji bo hêzên ewlehiyê asteng bikin bi alîkariya şaredariyan çal kolan, barîkat çêkirin û teqemenî bi cî kirin.
Gelek şaredar, endamên meclisa şaredariyê û xebatkarên şaredariyên DBPyê ku "xweseriya qaşo" îlan kirin û alîkariya endamên rêxistinê kirin, ji ber gotin û çalakiyên xwe der barê wan da lêpirsîn dan destpêkirin.
Ji şaredarên ku tevlî cinazeyên endamên rêxistina terorê bûn û bi gotin û tevgerên xwe "li cem PKKya rêxistina terorê cî girtin" 6 kes hatin girtin û gelek ji wan jî ji wezîfeyê hatin dûrxistin.
Tevlî cinazeyên endamên rêxistinê bûn
Di 4ê îlona 2015an da li Tunceliyê li dijî Navenda Polêsan a Şehît Nahît Bulut êrîş hat kirin û di êrîşê da polês Murat Savaş Kale şehît ket û Ayten Gunhana ku di rê da derbas dibû birîndar bû û li nexweşxaneyê mir. Di êrîşê da memûrekî tenduristiyê û polêsek birîndar bû û ji êrîşkaran yek hat kuştin û yek jî birîndar bû.
Mehmet Alî Bulê Serokê Şaredariya Tunceliyê yê ji DBPyê di 10ê îlonê da tevlî merasima cinazeyê endamê rêxistinê yê ku piştî pevçûnê li nexweşxaneyê mir, bû. Îrfan Sariyê Serokê Şaredariya Qereçobanê tevlî merasima cinazeyê Ridvan Îpekê endamê PKKyê ku di heman pevçûnê da hat kuştin û li taxa Kirimkayaya Qereçobana navçeya Erziromê hat definkirin, bû.
Cinazeyê Mehmet Şîrîn Kocakayayê ku di 1ê tîrmehê da li Liceya navçeya Diyarbekirê hat kuştin piştî otopsiya li Saziya Tipa Edlî ya Diyarbekirê birin Goristana Yenîkoya Baglarê. Kocakayayê bi nasnavê "Şîrîn" yek ji faîlên êrîşa terorê ya ku li Kuçeya Merasimê ya Enqereyê hat kirin û 29 kes tê da mirin, bû. Sîbel Yîgîtalp û Nursel Aydogana Parlementerên HDPyê yên Diyarbekirê û Gulten Kişanaka Serokê Şaredariya Mezin a Diyarbekirê tevlî merasima cinazeyê endamê rêxistinê bûn.
- Di kamyona şaredariyê de "bomba" hat dîtin
Li taxa Şehîd Firatê ya Wanê di 12ê tebaxa 2015an de terorîstan bi kepçeya Şaredariya Edremîtê ya Wanê ya di destê DBPê de ye ve xendek kolandin. Dîsa di kamyoneke heman şaredariyê de di 22ê tebaxê de 100 kîlo amonyum nîtrat, 20 fitîl û 20 pîlên mezin ên ku ji bo bombeçêkirinê tên bikaranîn, hat dîtin.
Li Cizîra Şirnexê endamên rêxistina terorê ji bo ku pêşveçûna polêsan asteng bikin, teqemenî îmhe kirin, bi wesayîtên kar ên şaredariyê ve xendek kolandin, dafik danîn. Ev hemû di kamerayên wesayîtên bêmirov de hatin dîtin.
Taxên Nur, Cudî û Yafesê di serî de li gelek taxan çal kolandin û barîkat danîn. Ev hemû jî bi wesayîtên kar û kamyonên Şaredariya Cizîrê ya DBPê ve kirin.
- 6 serokên şaredariyan hatin girtin
Di 1ê cotmeha 2015an de li taxa Tepedamiyê endamekî rêxistinê hat kuştin. Terorîstên din reviyan û xwe spartin malekê. Ji bo ku bên girtin operasyonek dan destpêkirin. Şaredara Ozalpê Handan Bagci beşdarî çalakiya "mertalê zindî" bû ku ev operasyon bê astengkirin. Ji ber vê tevgera wê hat binçavkirin û Wezareta Karên Navxweyî di 21ê cotmeha 2015an de ew ji wezîfeya wê dûr xist.
Li Dêrika navçeya Mêrdînê di 22yê sibatê de hat tespîtkirin ku wesayîtên kar û kamyonên şaredariyê hatine xebitandin. Li ser vê Şaredara Dêrikê Sabahat Çetînkaya, Alîkarê Şaredar Murat Ozuçalişir û endamên meclisê yên şaredariyê A.E, Y.A. û M.K. hatin girtin.
Alîkara Şaredarê Hekariyê Derya Çîftçî jî ji ber îlankirina "xwerêvebirinê" di 13ê nîsanê de hat girtin.
Şaredara Dargeçîta navçeya Mêrdînê Zeynep Şîpçîk, Şaredara Nisêbînê Sara Kaya, Şaredara Silopiya navçeya Şirnexê Emîne Esmen û Şaredara Çataka navçeya Wanê Evîn Keve ji ber "endamtiya rêxistina terorê", "alîkariya rêxistina terorê" hatin girtin.
- Şaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekir Kaya 15 sal ceza xwar
Şaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekir Kaya di 4ê çileya pêşîn de ji ber sûcê endamtiya rêxistina terorê" 5 sal ceza xwar.
- Cezayê hepsê dan Şaredar
Der barê 8 kesan da ku di nav wan da Şaredara Nisêbînê Sara Kaya jî hebû, bi sedema ku li Nisêbîna navçeya Mêrdînê qaşo “xwerêvebirin” îlan kirine, hatibûn girtin, bi xwestina cezayê muebbeda girankirî doz hat vekirin. Di encama darezandinê da salek û 3 meh cezayê hebsê dane Kayayê.
- Şaredarên ku ji kar hatin dûrxistin
Şaredara Nisêbînê Sara Kaya ya ku qaşo “xwerêvebirin” îlan kiribû bi biryara Midûriya Îdareyên Mehellî ya Walîtiya Mêrdînê, di 8ê îlonê da ji kar hat dûrxistin.
Dîsa Şaredarê Sêrtê Huseyin Kiliç ku daxuyaniyên xwe da îfadeyên “xweserî”yê bi kar anîbû di 8ê îlonê da ji kar hat dûrxistin.
Herwiha Şaredara Cizîrê Leyla Îmreta ku ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Cizîrê va bi îdiaya “teşwîqkirina xelkê bi serhildana dijî Hikûmeta Komara Tirkiyeyê û propagandaya rêxistina terorê û sewqkirina xelkê bi kîndarî û dijminahiyê” lêpirsîn der barê wê da vebûbû, ji aliyê Wezareta Navxweyî va ji kar hat dûrxistin.
Şaredara Edremîtê Sevil Rojbîn Çetin jî di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarî ya Wanê diajot da, ji sûcê “têkdana yekîtiya dewletê û yekparçeyiya welat” hat girtin û 17ê îlonê ji aliyê Wezareta Navxweyî va ji kar hat dûrxistin.
Şaredarê Batmanê Sabrî Ozdemîr, Şaredarê Bişêriyê Mustafa Ozturk û Şaredarê Îkîkopruyê Osman Karabulut 14ê cotmehê bi biryara Wezareta Navxweyî va ji kar hatin dûrxistin.
Şaredara Yuksekovayê Ruken Yetişkin û 2 endamên meclisa şaredariyê 15ê cotmehê da jî di çarçoveya lêpirsîna ku Wezareta Navxweyî diajot da ji kar hatin dûrxistin.
Şaredara Ercişê Diba Keskîn di 28ê cotmehê da Şaredarê Surucê Orhan Şansal di 12ê sibatê da bi biryara Wezareta Navxweyî va ji kar hatin dûrxistin.
Şaredara Erûha Sêrtê Eda Kilis û endamê meclisa şaredariyê Salih Ozer di 28ê ji kar hatin avêtin.
Eda Kilis piştî jikardûrxistina Huseyin Kiliçê Şaredarê berî wê ji aliyê Wezareta Navxweyî va, ji aliyê meclisa şaredariyê va hatibû hilbijartin.
Şaredarê Gercuşa navçeya Batmanê yê DBPyî Abdulkerîm Kaya di 29ê hezîranê da ji aliyê Wezareta Navxweyî va ji kar hat dûrxistin.
Ji aliyekî din va gelek endamên meclisê yên şaredariyên navçe û wîlayetan ji kar hatin dûrxistin.
- Der barê Kişanakê da îdianame
Der barê Şaredara Diyarbekirê Gultan Kişanakê da ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Diyarbekirê va ji sûcê “kirina propagandaya rêxistina terorê” îdianame hat amadekirin.
- Ji bo îlana qaşo “xwerêvebirinê” xwestina cezayê muebbeda girankirî
Der barê 4 kesan da ku Şaredarê Dicleya Diyarbekirê Abdulsamed Bilgin jî di nav wan da bû bi îdiaya ku rêdane terorîstên PKKyî bi wesayita kar ya şaredariyê kortalan bikolin, bi xwestina cezayê muebbeda girankirî doz hat vekirin.
Di îdianameyê da hat qeydkirin ku wesayiteke kar ya Şaredariya Dicleyê ya bi plaqeya 21 DBB 062 ku piştî kolana kortalan li caddeya Haniyê li eraziyekî vala terikandî hatiye dîtin û piştra operatorê kepçeyê Fesih K. hatiye girtin.
Di îdianameyê da hat qeydkirin jî der barê Wekîlşaredara Dicleyê Fevziye Arukana ku di wê tarîxa kar da nehatibû girtin, ji aliyê 2yemîn Hakimtiya Sulh Cezayê va biryara girtinê hatiye derxistin. Ji bo Şaredarê Dicleyê Abdulsamed Bilgin, Wekîlşaredara Dicleyê Fevziye Arukan, Midûrê Karûbarê Fenê Îlhamî Guzel û operatorê kepçeyê Fesih K. ji sûcê “têkdana yekîtiya dewletê û yekparçeyiya welat” cezayê muebbeda girankirî tê xwestin.
- Di êrîşên dawî da wesayitên şaredariyê hatin bikaranîn
Di 9ê tîrmehê da terorîstan êrîş biribû ser Qereqola Cendirmeyê ya Cevîzlîkê ya li Artûklûya navçeya Mêrdînê. Di êrîşê da 2 esker şehîd bûbûn, kesek miribû, 12 esker jî birîndar bûbûn. Hat tespîtkirin ku wesayita bi plakaya 47 AS 012an a ku di êrîşê da hat bikaranîn a Şaredariya Mazidagê ye. Herwiha hat tespîtkirin ku êrîşkar bi wesayitên bi plakaya 35 END 98 û 21 FN 913yê yên Daîreya Karûbarên Tendûristiyê ya Şaredariya Mezin a Mêrdînê ji cihê bûyerê revîne.
Di çarçoveya bûyerê da amirê zabitayê yê Şaredariya Mazidagê, Serokê Daîreya Karûbarên Tendûristiyê yê Şaredariya Mezin a Mêrdînê, Midûrê Şaxa Tendûristiya Gel û Dermankirinê ya Şaredariya Mezin a Mêrdînê û 3 xebatkarên şaredariyê jî di nav da 12 kes hatin binçavkirin. Li ewlekariyê, karûbarên der barê gumanbaran da dewam dike.
- Terorîst ji wesayita şaredariyê peya bûn
3 terorîst di 15ê hezîranê da, ji bo lidarxistina çalakiyan hatibûn Taxa Şabaniya ser Edremîta navçeya Wanê. Hêzên ewlekariyê li herêmê operasyon li dar xistibû û terorîst miribûn. Hat diyarkirin ku wesayita ku terorîstan di çalakiyê da bi kar anî ji aliyê Midûriya Giştî ya Îdareya Kanalîzasyon û Avê ya Şaredariya Mezin va hatiye kirêkirin.
- Cîgirê serokê şaredariyê hat binçavkirin
Herî dawî, navend Wan li 3 bajaran dijî rêxistina terorê operasyon hatibû kirin, di nav da Cîgirê Serokê Şaredariya Ozalpê Şerafettîn Ozalp jî 11 kes bi hinceta "bûn endamên rêxistina terorê" û "alîkarî dan rêxistina terorê" hatin binçavkirin.
Terorîstan li Taxa Tepedami ya ser navçeyê di 1ê kewçêra 2015an da êrîş li dar xistibû û pişt ra xwe sipartibûn malekê. Ji bo rê li ber opersayonên dijî PKKyê bigrin, çalakiya "mertalên zindî" hatibû kirin û Cîgirserokê Şaredariyê Ozalp tevlî çalakiyê bûbû. Ozalp di bûyerê da hatibû binçavkirin û paşê bi şertê darizandina bêgirtin serbest hatibû berdan.
news_share_descriptionsubscription_contact
