Haydar Şahin
11 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 12 Berfanbar 2018
ŞIRNAK
Mustafa Barkinê li Cizîra navçeya Şirnexê dijî û zikmakî çavên wî ji sedî 95 nabînin bi saza xwe ya jê ra bû hêvî moralê dide hevalên xwe.
Barkin ji 7 zarokên malbata li gundê Toptepeyê dijî yek e û di zaroktiya xwe da da pey hewesa xwe û hînî sazlêdanê bû. Barkin ji daran û mîsînaya masîgrtinê ji xwe ra saz çêkir û bi îmkanên xwe lêxistina sazê hîn bû. Barkin xwe pêşva bir, bi hevalên xwe ra pere kom kir û ji xwe ra sazek kirî.
Barkinê zewicî yê bavê 5 zarokan ji îmkanên dewlet dide astengdaran îstifade dike û wekî mayîn jî di dawetan da li sazê dixe û nanê xwe bi dest dixe.
Barkin bi saza xwe sitranan dibêje û moralê dide hevalên xwe yên astengdar. Barkin ligel astenga xwe ji kesên li der û dora xwe ra dibe mînak û teqdîrê dibîne.
- "Hevalan ji min ra saz kirî"
Mustafa Barkin daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got qezenca wî ya herî mezin ew e ku li sazê dixe.
Barkin got ku kesên li der û dora wî jê ra gotine "Tu kor î ma tê çito notayan hîn bibî?" lêbelê guh nedaye wan û lêxistina sazê hîn bûye.
Barkin diyar kir ku haya hevalên wî jî hesreta wî hebû û wiha pê da çû: "Hevalên min di nav xwe da pere kom kirin û ji min ra sazek kirîn. Min xwe pêş xist û dest pê kir di dawetan da li sazê xist."
Barkin got ku bi qezenca xwe debara mala xwe dike, ji ber ku astengdar e dewlet jî îmkanan dide wî.
Barkin got ji ber ku rewşa mala wan zehf rind nebû bi tenê 2 birayên wî dan xwendin û wiha axivî: "Me 5 kesan firsend nedît ku bixwînin. Lêbelê ez dixwazim zarên min bixwînin."
- "Dema meriv bixwaze dikare her tiştî bike"
Barkin got ji bo morelê bide hevalên xwe yên wekî wî asteng dar in hin rojan ji wan ra li sazê dixe û sitranan dibêje.
Barkin bangî astengdaran kir ku bira dev ji jianê bernedin û wiha pê da çû: "Em astengdar hinekî bi tenê ne. Dema li malê rûdinin aciz dibin. Ez jî carinan ji hevalên xwe ra li sazê dixim. Ji wan ra kilaman dibêjim. Hem ez kêfxweş dibim hem jî hevalên min."
Barkin got, "Dema meriv bixwaze dikare her tiştî bike. Meriv astengdar be nayê wê meneyê û nikare tiştekî bike. Meriv bixwaze dikare bi ser bikeve."
- "Moralê dide me"
Mustafa Yasakê hevalê Barkin got ku Barkin ji bo wan li sazê dixe sitranan dibêje û ew jî ji ber vê gelekî kêfxweş dibin.
Yasak ji Barkin ra sipas kir û got, "Dema morala me xirab be moralê dide me".
Sebahattîn Uren diyar kir ku Barkin bi hewla xwe ji bo astengdaran dibe mînak.