Fatih Gazioğlu
30 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 31 Berfanbar 2017
ANKARA
Guherandin û serastkirina navan ya ku bê biryara mehkemeyan dest pê kir.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê hildan, xebatên guherîn û serarestkirina navan ji aliyê Midûriyeta Giştî ya Nifûs û Welatîtiya a Wezerata Karên Navxweyî va dan destpêkirin.
Li gor vê kesên ku dixwazin xeletî an jî kêmasiyên nav û paşnavên xwe serast bikin, dikarin serî li midûriyeta nifûsê bidin. Kesên ji bilî midûriyeta li herêma xwe serdanê bikin, serîlêdana wan nayê qebûlkirin.
Kesên dervayî welêt dijîn ji bo daxwazên xwe wê serî lê nûnertiyên derva bidin.
Kesên dixwazin navê xwe bi temamî biguherînin bi tenê carekê bê biryara mehkemeyê dikarin serdanê bikin. Mehkûmên ku ji salekê zêdetir ceza xwarine wê ji ser Serdozgeriya Komarê serî lê bidin. Serîlêdana kesên astengdar jî wê bên qebûlkirin.