Elif Orhan
03 Hezîran 2018•Rojanekirin: 03 Hezîran 2018
ANKARA
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin Orgeneral Hulusî Akar bi Fermandarê Hêzên Bejayê Orgeneral Yaşar Guler, Fermandarê Hêzên Behrê Koramîral Adnan Ozbal û Duyemîn Sererkan Umît Dundar re li yekîne û baregehên li Yuksekovayê lêkolîn û kontrol kirin.
Orgeneral Akar di vê çarçoveyê de bi fermandarên yekîneyan re hat bal hev û der barê fealiyetên ku dewam dikin de dîrektîf dan û pişt re bi fermandarên hêzan re bi Mehmetçîkên ku li herêmê peywirdar in, malbatên şehîdan û xaziyan re di fitarê de hat bal hev.
Orgeneral Akar di dema kontrolan de diyar kir hewl dide ku bi xîret peywirên ku Artêşa Tirkiyeyê (TSK) di çarçoveya destûra bingehîn û qanûnan de dayê bi awayekî herî baş bi cî bîne û diyar kir ku di bin emrê gel de her dem li ser peywira xwe ye.
Akar got ku bi hezkirin û hêza ku gelê ezîz dide biryardar e ku her cure peywirên ku TSK j bo yekîtiya welêt û gel, bihevrebûn û ewlehî, serdestî û serxwebûna wê bide wî ji dil bi cî bîne û dema hewce dike canê xwe bide û destnîşan kir ku herekata têkoşîna dijî terorê ya ku TSK havîn û zivistan, şev û roj bênavber didomîne heta ku terorîstê dawîn bê berterefkirin dê bê berdewamkirin.
Sererkan Orgeneral Hulusî Akar da zanîn ku di encama operasyonên xendeqê, herekatên Mertala Firatê û Çiqlê Zeytûnê û operasyonên ku li bakurê Iraqê de terorîstên ku welêt tehdît dikin û ji bo welêt xetere ne hatin berterefkirin û wê bên berterefkirin.
Akar diyar kir ku TSK piştî teşebûsa derbeyê ya xaîn a 15ê temûzê çiqas ku ji mensûbên Rêxistina Terorê ya Fethullahî (FETO) hat paqijkirin bêtir hêzdar bûn û bal kişand ku qanita herî xweşik a vê yekê jî serkeftinên mezin ên ku di herekatên têkoşîna dijî terorê ya ku piştî teşebûsa derbeyê hatin kirin û di encama Herekatên Mertala Firatê û Çiqlê Zeytûnê hatin bidestxistin e.
Akar destnîşan kir ku dilopek tenê xwîna şehîd û xaziyan li erdê nayê hiştin û teqez hesaba hêstirên hezkiriyên wan tê pirsîn û ji ber qehremanî û fedekariyên ku personelên TSKê bi fikra "Heke bimrim şehîd im, bimînim xazî" peywira xwe bi cî tîne pîroz kir û berdewama serkeftinên wan xwest.