Elif Orhan
05 Nîsan 2018•Rojanekirin: 06 Nîsan 2018
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got ku "Anadolu Agencya (AA) ku peywira rast û bêkêmasî agahdarkirina gelê me wekî di dema têkoşîna me ya îstiqlalê de îro jî di dema Herekata Çiqlê Zeytûnê de didomîne bi vê yekê jî nîşan dide ku girêdayî felsefeya damezrîna xwe ye bi çalakî û hêza xwe ve kariye ku bibeyek ji ajansên nûçeyan ên sereke."
Erdogan ji ber 98emîn salvegera damezrîna AAyê peyamek weşand.
Serokomar Erdogan diyar kir ku Anadolu Agencya ku di salên têkoşîna neteweyî de hat damezrandin, şahiya her merhaleya Komarê, her pênagava pêşketina Tirkiyeyê kir bi xizmetên xwe welêt şanaz kir saziyeke kevnar e.
Erdogan di peyama xwe de got ku "Anadolu Agencya (AA) ku peywira rast û bêkêmasî agahdarkirina gelê me wekî di dema têkoşîna me ya îstiqlalê de îro jî di dema Herekata Çiqlê Zeytûnê de didomîne bi vê yekê jî nîşan dide ku girêdayî felsefeya damezrîna xwe ye bi çalakî û hêza xwe ve kariye ku bibeyek ji ajansên nûçeyan ên sereke."
- "Destana ji nû vejîna gelê me radigihîne cîhanê"
Serokomar Erdogan her wiha ev gotin:
"Ajansa me ya nûçeyan a neteweyî ya ku ji bo çapemeniyê wekî dibistanekî ye di têkoşîna ku dijî terora dabeşker û FETOya çeteya îxanetê tê dayîn de bû dengekî xurt ê vê gelê. Anadolu Agencya ku di salên dawîn de tora nûçeyên xwe yên li derveyî welêt temam kir destana ji nû vejîna gelê me radigihîne cîhanê."
Erdogan salvegera damezrînê ya xebatkaran pîroz kir û got ku "Ez berdewamiya xebatên wan ên serkeftî dixwazim, we bi hestên xwe yên herî ji dil silav dikim."