12 Îlon 2016•Rojanekirin: 12 Îlon 2016
ÎSTANBUL
Serokwezîr Bînalî Yildirim nimêja Eyda Qurbanê li Mizgefta Tetbîqatê ya Fakulteya Îlahiyatê ya Zanîngeha Marmarayê kir.
Serokwezîr Bînalî Yildirim ji mala xwe ya li Tuzlayê hate Mizgefta Fakulteya Îlahiyatê ya li Uskudarê. Yildirim piştî nimêja şebeqê nimêja eydê jî li heman mizgeftê kir.
Serokê Stenbolê yê AK Partiyê Selîm Temurcî û Şaredarê Uskudarê Hîlmî Turkmen jî bi Yildirim ra hatin mizgeftê.