Misilmanên ku xwestin nimêja terewihê ya ewil li Kabeyê bikin Mescida Heramê tije kirin. Yên cih nedîtin ku li wir bikin jî li ser kolan û kuçeyan nimêja xwe kirin.
Ji ber qerebalixê di kolanan de trafîk çêbû û li Kabeyê tevdîrên ewlehiyê hatin dîtin.
Îmamên Kabeyê nimêja tewerîhê dan kirin û ji bo alema îslamê dia kirin. Qada tewafkirinê ji bo kesên ku çûn ziyareta umreyê hat vekirin. Şex Dr. Evdirrehman es-Sudeys jî piştî terewîhê nimêja vîtirê da kirin.
Li Kabeyê her roj du mele 20 rikat nimêja terewîhê didin kirin û nimêj nêzî du saetan dikşîne.