İbrahim Atmaca
15 Sibat 2018•Rojanekirin: 15 Sibat 2018
MÎNSK
Serokwezîr Bînalî Yildirim got, "Ne rojeveke veşartî ya Belarusê heye ne jî ya Tirkiyeyê heye. Hesabê wan li ser welatên din tuneye. Em tenê li ser pêşketin a welatên xwe û refaha gelên xwe difikirin."
Yildirim li Qesra Serxwebûnê ji aliyê Serokomarê Belarusê Aleksandr Lukeşenko va hat qebûlkirin. Serokwezîr Yildirim li wê derê axivî û ji bo mazûvaniya wan spasiya Lukaşenko kir.
Yildirim diyar kir ku wî duh bi Serokwezîr Andrey Kobyakov ra hevdîtinên mifadar kirin û ew bi hûrgilî li ser têkiliyên dualî sekinîn. Yildirim got ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di sala 2016an da hat Belarusê û di ziyaretê da ji bo herdu welatan hedef hatin danîn û ew jî ji bo ku van hedefan bixebitin, li ser xebatan axivîn.
Yildirim ji Lukaşenko ra silava Serokomar Erdogan got û wiha dewam kir: "Li gor Birêz Serokomarê me îro rewşa têkiliyên Belarus û Tirkiyeyê baş e, lê ev têkilî potansiyela navbera herdu welatan nade nîşan û divê em zêdetir rêyên tevkariyê bibînin. Ne rojeveke veşartî ya Belarusê heye ne jî ya Tirkiyeyê heye. Hesabê wan li ser welatên din tuneye. Em tenê li ser pêşketin a welatên xwe û refaha gelên xwe difikirin."
Serokomarê Belarusê Lukaşenko jî got ku ew ji bo hevdîtina Yildirimê ku siyaseta Tirkiyeyê kifş dike, kêfxweş e.
Lukaşenko destnîşan kir ku di têkiliyên aborî û bazirganî yên navbera herdu welatan da geşedanên baş çêdibin û wiha dewam kir: "Ez dikarim bêjim ku van çend salên dawîn serdema geşbûna têkiliyên Belarus û Tirkiyeyê ye."
Lukaşenko diyar kir ku hecma bazirganiya navbera herdu welatan dibe ku ji milyarek dolarî derbastir kiribe.
Lukaşenko diyar kir, ew dixwazin têkiliyan zêdetir xurt bikin û wiha dewam kir: "Di têkiliyên navbera me da li cem herdu aliyan jî rojeveke veşartî tuneye. Ji bo ku em têkiliyên xwe xurt bikin hemû şert û merc li ber destan e."