Türkan Tosun
15 Sibat 2018•Rojanekirin: 16 Sibat 2018
ANKARA
Wezîrê Pêşketinê Lutfî Elvan li Maseya Edîtoran a Ajansa Anadoluyê (AA) der barê geşadenên dawî de axivî.
Li ser pirsa amadehiyên Plana Pêşketinê ya 11emîn Elvan wiha got: "Rojên li pêş me bi beşdariya Birêz Serokomarê me û Birêz Serokwezîrê me emê lansmana Plana Pêşketinê ya 11emîn bikin."
- Operasyona Çiqlê Zeytûnê
Elvan der barê Operasyona Çiqlê Zeytûnê de got li ser sînorê Tirkiyeyê hewl tê dayîn ku dewleteke terorê bê avakirin lê ewê destûrê nedin vê.
Wezîr Elvan got operasyona li Efrînê bi awayekî serkeftî dewam dike û wiha axivî: "Me budçe li gorî operasyonê amade kir. Operasyon dê qada me ya aborî teng neke."
- "Têkiliya me û Amerîkayê di pêvajoyeke krîtîk de ye"
Der barê têkiliyên Tirkiye û Amerîkayê de jî Elvan wiha got: "Têkiliya me û Amerîkayê di pêvajoyeke krîtîk de ye. Em di têkoşîna dijî rêxistinên terorê de bi biryar in. Heke di vî warî da tevgerên xwe biguherînin wê baş be."
Elvan got Tirkiye endamê NATOyê ye û armanca NATOyê ew e ku welatên endam li hember mudaxaleyên derva biparêze lê NATO û Amerîka li gor vê armancê tevnagerin.
- Rêjeya bêkariyê
Ji bo rêjeyên bêkariyê yên sala 2017an jî Elvan anî ziman ku li gor salek berê rêjeya bêkariyê 1,8 puan daketiye û wiha dewam kir: "Ji mijdara 2016an heta mijdara 2017an milyonek û 448 hezar kes hatine îstixdamkirin. Rêjeva bêkaran ên ciwan jî kêm bû."