İbrahim Atmaca
11 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 11 Berfanbar 2017
ÎSTANBUL
Qelbê Serokê Lijneya Rêvebirinê ya Odeya Bazirganiyê ya Stenbolê (OBS) û Alîkarê Serokê Yekîtiya Ode û Borseyên Tirkiyeyê (YOBT) Îbrahîm Çaglar sekinî û wefat kir.
Alîkarê Serokê OBSê Gokhan Murat Kalsin daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku qelbê Çaglar bi şev saet dora 01.00î sekiniye û ew rakirine Nexweşxaneya Bagcilar Medîpolê, lê digel hemû midaxaleyan xelas nebû, îro nêzî destê sibê saet 06.00an da wefat kir.
Îbrahîm Çaglar di sala 1960î da li Stenbolê hat dinyayê. Di sala 1999an da li OBSê wek endamê Meclisê dest bi wezîfeyê kir. Çaglar ji sala 2013an vir va Serokatiya Lijneya Rêvebirinê ya OBSê dikir.
Çaglar endamê avakirinê yê AK Partî û MUSÎADê jî bû.
Îbrahîm Çaglar zewicî ye û bavê 2 zarokan bû.