Önder Beyter
11 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 12 Berfanbar 2017
ŞIRNAK
Li Şirnexê di operasyona djî rêxistina terorî PKKê da eskerek şehîd bû.
Li gorî agahiyê, di "Operasyona Albayê Sazkar ê Şehid Gokhan Peker" ku bi destê Fermandariya Tumena Tixûb a Cendirmeyan a 23emîn li taxma Çiyayê Gabar tê meşandin da teqemeniya destçêkirî ya ku terorîstên PKKyî berê çal kiribûn hat teqandin.
Di teqînê da eskerek bi awayekî xedar birîndar bû. Leşkerê birîndar ê ku bi helîkopterê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê ligel hemû midaxaleyan xelas nebû.
Li deverê operasyon dewam dike.