Abdullah Tel
14 Tebax 2018•Rojanekirin: 15 Tebax 2018
MUŞ
Vartoya navçeya Mûşê ya ku piştî operasyonên hêzên ewlehiyê ji terorê hat paqijkirin bi xweşiya siruşt û berhemên der dora xwe ji berê zêdetir balê dikşîne û mêvanan dihewîne.
Li nêzî Gundê Kayadelenê Şikefta Kunavê ya ku wisa tê texmînkirin di heyamên ewil da wek war hatiye emilandin bi paqijkirina herêmê va ket xizmeta ziyaretvanan.
Şikefta duqatî ya ku bi qasî 3 kîlomtre dirêjahiya wê heye û tê da çilûr û pire hene bi xweşiyên xwe gelekî balê dikişîne.
Di nav şikeftê da çem derbas dibe û ev menzereya mîna tabloyeke xêzkirî tê xwestin ku bi kêrî turîzma navçe û herêmê bê û ji bo vê hewl tê dayîn.
- "Kar û xebatên hewce dikin em ê bikin û ji bo turîzmê biemilînin"
Qaymeqamê Vartoyê û Cîgirê Şaredar Mehmet Nurî Çetîn daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku bi saya hewl û xebatên serkeftî navçe bi temamî ji terorê hat paqijkirin.
Çetîn bal kişand ser siruşt û xweşiya navçeyê û got: "Şikeftên li vê derê bi çend milî va ji hev diqetin û gelek odeyên wê hene û bi xweşiya xwe jî li benda keşifkirinê ye. Em ê jî kar û xebatên ku ji bo nasandinê hewce dikin bibin serî û ji bo ku di qada turîzmê da bê emilandin hewl didin. Li deverên hizûr hebe tiştên xweş jî dertên meydanê. Em dixwazin ku herêma me bi xweşiyan di bîra mirovan da bimîne. Li herêma me gelek deverên ku divê bên keşifkirin hene û em dixwazin bila herkes bê vê derê."
- "Lazim e di nav deverên tên parastin da bê bicihkirin"
Midûrê Navenda Lêkolîn û Sepandina Rêveberiya Afatê ya Zanîngeha Mûş Alparslanê û Hîndekarê Jeomorfolog Doxtor Îskender Dolek jî destnîşan kir ku ew di şikefteke ku mînakên wê li herêmê zêde tuneye da digerin.
Dolek got ku ji ber şekl û şemalên volkanîk û tehtan, şikeft xwedî taybetiyeke girîng e û wiha pê da çû: "Di Şikefta Kunavê da serdab, pire û travertenên ji ber xwe çêbûne hene. Di heman demê da wextê mirov dikeve şikeftê li ber derê wê jî zixûrekî kûr heye."
- "Şikeft mîna bihûşteke veşartî ye"
Endamê Komeleya Kuluba Spora Gerokên Siruştê ya Mûşê Ayhan Ozmen jî bangî hemû hezkirên gerê kir û got: "Ji hêla ewlehiyê va heta bibêjî ewle ye û bêşik û guman dikarin bên. Di şikeftê da zixûrekî kûr heye û mîna bihûşteke veşartî be. Di dîtina vê derê da ji bo herkesî xêrek heye."