27 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 27 Tîrmeh 2016
ANKARA
Şûraya Eskerî ya Bilind (ŞEB) a ku berê li Baregeha Serokatiya Sererkaniyê di "Eywana Çakmak"ê da bi wesfê "pir veşarî" dihat kirin sibê wê li Qesra Çankayayê di bin serokatiya Serokwezîr Bînalî Yildirim da bicive. Wezîrê Parastina Neteweyî Fîkrî Işik jî wê cara ewil beşdarî civîna ŞEBê bibe.
Di civîna ku wê cara ewil li Qesra Çankayayê bê kirin da wê li ser terfî û tayînên di TSKê da û hewldana derbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) bisekinin.
Serokê Sererkaniyê Orgeneral Hulusî Akar, Fermandarê Hêzên Bejayî Orgeneral Salih Zekî Çolak, Fermandarê Hêzên Behrê Oramîral Bulent Bostanoglu, Fermandarê Hêzên Hewayî Orgeneral Abîdîn Unal, Serokê Duyemîn ê Sererkaniyê Orgeneral Yaşar Guler, Fermandarê Doktrîn û Perwerdehiya Hêzên Bejayî Orgeneral Kamîl Başoglu, Fermandarê Artêşa 1emîn Orgeneral Umît Dundar, Fermandarê Artêşa 3yemîn Orgeneral Îsmaîl Serdar Savaş, Fermandarê Artêşa Egeyê Orgeneral Abdullah Recep, Fermandarê Sîtolê Oramîral Veysel Kosele û Serokê Serkanê Fermandariya Hêzên Bejayî Orgeneral Îhsan Uyar jî wê di civînê da cih bigirin.
Li gor daxuyaniya Serokwezîr Yildirim civîna ku di salên berê da sê roj dewam dikir wê îsal di rojekê da biqede. Wisa tê texmînkirin ku biryarên di civînê da hatin hildan piştî pêşkêşî erêkirina Serokomar Recep Tayyîp Erdogan wê bi raya giştî ra jî bên parvekirin.