28 Mijdar 2016•Rojanekirin: 29 Mijdar 2016
ÎSTANBUL
Serokê Baroya Diyarbekirê Tahir Elçîiyê ku par li Sûra navçeya Diyarbekirê di êrîşa terorê de hatibû kuştin, li Qesra Edaletê ya Bakirkoyê hat bibîranîn.
Komeke parêzaran a ku ji 10 kesan pêk tê û di nav de parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Hevdem, Koma Parêzerên Hevdem û Hiqûqnasên Hereketa Hezîrana Yekgirtî hebûn li baxçê Qesra Edaletê ya Bakirkoyê li hev civiyan.
Koma ku di destê wan de wêneyên Tahir Elçî hebû dirûşma "Em hemû Elçî ne, bi kuştinê em naqedin" bilind kirin.
Parêzer Leyla Han Tuzela ku li ser navê komê axivî got ku ewê Tahir Elçiyê ku qasidê aştî û edaletê bû ji bîr nekin.
Tuzel got ji ber ku Elçî di bernameyeke televizyonê de axiviye der barê wî de lêpirsîn hatiye destpêkirin û wiha axivî: "Hempîşeyê me, dostê me Tahir Elçî tu birehetî raze. Têkoşîna te têkoşîna me ye. Me alaya têkoşînê ji te hilda û emê wê pêşdatir bibin. Heta ku kujerên te neyên darizandin emê birehetî ranezin. Deynê me ji wî re ev e."
Piştî daxuyaniyê parêzeran kulîlkên ku di destên xwe de danîn cihê ku wêneyê Elçî lê bû.
Tahir Elçî di 28ê mijdara 2015an de li Sûra navçeya Diyarbekirê civîneke çapemeniyê li dar xistibû ku balê bikşîne Mînareya Çarling a ku ji ber êrîşên terorê zirar dîtiye. Piştî civîna çapemeniyê êrîşa terorê çêbubû. Polês Ahmet Çîftaslan û Cengîz Erdur di êrîşê de şehîd ketibûn. Elçî jî di wê êrîşê de hatibû kuştin.
Du terorîstên ku beşdarî vê êrişê bûbûn di operasyona li hember terorê de hatibûn kuştin.