18 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 19 Berfanbar 2015
ANKARA
Serokê Giştî yê Konfederasyona Malbatên Cangorî û Gundparêzên Anadoluyê Ziya Sozen diyar kir ku teror herî zêde zirarê dide gelê kurd û wiha got: "Bi qasî serê derziyê xêra vana ji gelê kurd re tuneye."
Sozen daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku teror herî zêde zirarê dide gelê kurd û ji ber bûyerên diqewimin dilê meriv bi halê herêmên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê dişewite.
Sozen axaftina xwe wiha domand: "Endamên rêxistina terorê li deşt û çiya bi serneketin û hatin di nav bajaran de bi cih bûn û welatiyan jî wek mertal bi kar tînin. Yên ku li Sûrê xaniyên wan xerabûn welatiyên me yên kurd in. Eşyayên xwe hiştin û malên xwe terikandin."
Serokê Giştî yê Konfederasyona Malbatên Cangorî û Gundparêzên Anadoluyê Sozen ragihand ku li herêmê teror herî zêde zirarê dide gelê kurd.