09 Hezîran 2016•Rojanekirin: 10 Hezîran 2016
HEKARÎ
Welatiyên ku ji Yuksekovaya navçeya Hekariyê ji ber êrîşên PKKya rêxistina terorê derketibûn piştî qismî rakirina qedexeya derketina derva vegeriyan cihên xwe û dixwazin ew rojên xerab herin û venegerin.
Li Yuksekovayê di 13 adarê da operasyonan dest pê kir û di vê çarçoveyê da jî qedexeya derketina derva hatibû îlankirin lê piştî ku ew qedexe qismî hat rakirin welatî vegeriyan ser mal û milkên xwe yên li navçeyê ne.
Welatiyên zivirîn malên xwe zirar û ziyana ku di êrîşan da gihîştiye mal û taxên xwe dîtin û gelek li ber vê yekê ketin.
Azîz Ayê ku piştî 3 mehan vegeriya mala xwe ya li Yuksekovayê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û ragihand ku xaniyên wan jî di nav da li taxê dibistan, mizgeft, avahî û dikanên din jî zirar dîtine, xaniyê wî û yên herdu kurên wî jî serobin bûye.
Azîz A. destnîşan kir ku ew bi malbatî di nav rojên gelek zor û zehmetî da ne û PKKê wek berpirsê vê rewşê nîşan da û wiha pê da çû: "Dema ku min ji wan ra digot ber derê min nekolin, ji min ra digotin, de here ji vir"
Mahmut Ayê ku ji mecbûrî xaniyê xwe yê li navçeyê terikand û li Wanê bi cih bûye jî got: "Em niha mexdûr in. Çawa ku qedexe bi qismî rabû em hatin vê derê. Lê me dît ku xaniyê me bûye xirbe. Ne mal heye ne kon. Tevlî jin û zarokan em perîşan bûne. Em niha li vê derê nikarin xaniyekî bi kirê peyda bikin. Bi zorê heft belayî me yek peyda kir û niha li wir dimînin. Em ji vê derê naçin. Meriv qet cih û warê xwe terk dike û diçe?"
- "Hemû keda me şewitandin"
Îsmaîl O. diyar kir ku di dema qedexeyê da li Hekariyê bû û mala wî hatiye şewitandin û talankirin û wiha got: "Keda me ya 30 salan çû. Me eraziyên xwe yên li gund firotibû û xanî çêkiribû. Hemû keda me şewitandin. Em niha mexdûr in."
Fahrettîn O. diyar kir ku rojên zor û zehmet derbas dikin û wiha xeberda: "Ji ber terorê em ketin vî halî. Mal û xanî xera bûn. Du zarokên min li zanîngehê dixwînin. Niha nikarim alîkariya zarokên xwe jî bikim. Ez nikarim bi derfetên xwe vê malê cardin çêkim. Ez 20 salan xebitîm min ev mala çêkir."
Nesrîn R.ya ji taxa Cumhuriyetê jî destnîşan kir ku hemû alav û eşyayên di mala wê da hatine şewitandin.