Muhammet Kurşun
06 Tebax 2017•Rojanekirin: 07 Tebax 2017
MANÎLA
Wezîrê Derveyî Mevlut Çavuşoglu, diyar kir ku Tirkiye şirîka dioyaloga sektorî ya Yekîtiya Welatên Asyaya Rojhilatê Başûr e û got: "Me 2015an muraceet kiribû. Ev 2 sal in me xebateke mezin dimeşand. Hem nexşerêya me û hem jî plana me ya xebatê ji aliyê welatên endamê ASEANê ve bi sitayiş hat pêşwazîkirin."
Çavuşoglu li paytextê Filîpînê Manîlayê piştî xwarina Wezîrê Derveyî yê Filîpînê Alan Peter Cayetano daxuyanî da pêyamnêrê AA û TRTê.
Der varê serlêdana Tirkiyê li statuya şirîka diyaloga sektorî ya ASEANê Çavuşoglu wiha agahî da:
"Me 2015an muraceet kiribû. Ev 2 sal in me xebateke mezin dimeşand. Hem nexşerêya me û hem jî plana me ya xebatê ji aliyê welatên endamê ASEANê ve bi sitayiş hat pêşwazîkirin. Ya rastî welatên din jî hebûn ku serî li vê statuyê dabûn. Îsal tenê ya Tirkiyê qebûl kirin. Helbet ev li gor polîtîkaya derveyî ya proaktîf e."
Çavuşoglu bal kişand ser wê yekê ku Tirkiye egemmiyeteke zêde dide herêma Asyaya Rojhilatê Başûr.