02 Sibat 2017•Rojanekirin: 02 Sibat 2017
ANKARA
Li Tirkiyeyê 123 balyozxane, 92 serkonsolosxane û konsolosxane, 46 jî nûnertiyên dezgehên navneteweyî yên xwecihî hene.
Li gorî agahiya ku peyamnerê AAyê berhev kir, li Tirkiyeyê 2 hezar û 350 kesên ku pasaporta wan a dîplomatîk heye û li 123 balyozxane, 92 serkonsolosxane û konsolosxane, 46 jî nûnertiyên dezgehên navneteweyî wezîfeyê dikin, hene. 4 hezar û 625 kes jî di astên cuda da îmtiyaz û parêzbendiya wan heye.
9 welat jî ji ser balyozxaneyên xwe yên li Tirkiyeyê û li welatên din ra peywendiyê datînin. Tê destnîşankirin ku Maltaya serokê heyamê yê Yekîtiya Ewropayê ku li Tirkiyeyê di asta serkonsolosxaneyê da tê temsîlkirin jî li Enqereyê xebatên vekirina balyozxanyê dimeşîne.
Balyozê Azerbeycanê Faîk Bagirov ku nasnavê wî "balyozê pispor" e, ji sala 2010an vir va li Tirkiyeyê wezîfeyê dike û herwiha Balyozê Ozbekistanê Ulfat Kadîrov jî ji sala 2005an vir va li Tirkiyeyê wezîfeyê dike û wekî kevintirîn balyoz tê zanîn.